Tu romana tenêtiyê; romana rojên êş, azarî û keserkûriyê ye. Digel vê yekê, romana rojên ku rê û rêçekê li ber nivîskariyê vedike. Di rojên weha de pencereyek, dermanek, çareyek û ronahiyek divê; ji wî kesê hêvîdar ê ku di nav tarî û qirêjiya girtîxanê de ye. Lehengê romana Tu, xwe berdide nav rehên dewlemendiya tarîx, çand, kultir, ziman û folklora kurdî û pê de dihere; dibe nêçîrvanê peyv û gotinên zimanê kurdî, pê nefesê digire û dide. Di nav vê jiyana girtîxana bedbîn û dijwar de kêzikek dib ...