Nivîsandina heqîqetan ji xwe xweş û muhîme. Lê bi
rastî jî nivîsandina siyer û heyata pêxember, ewqas
şêrîn û dilşadîyeke ku nayê terîfkirin. Lewra meriv
gav bi gav, dem bi dem xwe li cem sehabe û pêxember
hîs dike, bi zafer û kêfxweşiya Pêxember û
sehaban, meriv dilxweş dibe û bi rewşeke xemgîn jî
meriv xemgîn dibe. Meriv carna dixwaze ku xwe
bide ber tîr û te’deyan daku eshab û pêxember,
eziyetê nebînin. Gelek caran meriv xweziya xwe bi
sehaban tîne ...